Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Amerîka yê Berê: Ezê Dengê Xwe Bidim Joe Biden


Wezîrê Derve yê Amerîka yê berê Colin Powell dîyar kir ku ewê di hilbijartina seroktîyê de dengê xwe bide berbijarê Demokratan Joe Biden.

Colin Powell, biryara xwe ya ser dengdanê ji kanala CNN’ê ragihand.

Bi vî awayî cara pêşî Komarîyekî payabilind ragihand ku ewê dengê xwe bide hevrikê Serok Donald Trump.

Powel, di sala 1991an de dema Şerê Kendavê li ser artêşa Amerîkî bû û piştre dema seroktîya George W. Bush bûbû wezîrê derve.

Wî dîyar kir ku Trump ‘’bêbandor e’’ û ji destpêka seroktîya wî ve rewişa Amerîka ber bi xirabîyê ve diçe.

‘’Ez îsal bi ti awayî piştgirîya Serok Donald Trump nakim’’ Powell got û bi bîr xist ku wî di hilbijartina 2016’an de deng nedaye.

Li ser pirsa ewê dengê xwe bo Biden bide yan ne, Powell got ku ‘’Ezê bo wî dengê xwe bidim.’’

Powell herwiha fikra Trump ya ser dijî protestoyan bicîhkirina leşkeran rexne kir û da zanîn ku ew piştgirîyê dide generalên ku dijî helwesta Trump derketine.

XS
SM
MD
LG