Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Derve yên Ermenistan û Azerbaycanê bo Danûstandinan li Cenevrê Ne


Wezîrên Ermeninstan û Azerbaycanê hefteya borî li Washingtonê bûn
Wezîrên Ermeninstan û Azerbaycanê hefteya borî li Washingtonê bûn

Wezîrên derve yên Azerbeycan û Ermenistanê bo çareserîya kêşeya li Nagorno – Qarabaxê li Cenevre ya Swîsre danûstandinê dikin.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê dîplomatên li Cenevrê ragihand ku Wezîrê Derve yê Ermenistanê Zohrab Mnatsakanyan û Wezîrê Derve yê Azerbaycanê Ceyhun Bayramov dê bi nûnerên Koma Mînsk, ku ji Amerîka, Fransa û Rûsya ve pêk tê, bicivin.

Pevçûnên Azerbaycan û Ermensitanê yên bo Nagorno – Qarabaxê di dawîya Îlonê de destpê kiribûn û sê hewilên ragihandina agirbestê bi ser neketibûn.

Herî dawî hefteya borî wezîrên derve yên Azerbacyan û Ermenistanê li Washingtonê bi Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo re ji hev cihê kom bûbûn.

Piştî hevdîtinên li Washingtonê, Wezareta Derve ya Amerîka dîyar kiribû ku her du alîyan bo agirbesta mirovî li hev kirine.

Mîsyona dîplomatîk ya Amerîka ya li Cenevrê jî dîyar kir ku ew dixwazin ku Ermenistan û Azerbaycan êrîşên dijî herêmên sîvîl rawestînin û li gor agirbesta hatibû ragihandin tevbigerin.

XS
SM
MD
LG