Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Ermenistanê Zohrab Mnatsakanyan Karvekişîna Xwe Ragihand


Mnatskanyan û hevtayê wî yê Amerîkî Mike Pompeo
Mnatskanyan û hevtayê wî yê Amerîkî Mike Pompeo

Wezîrê Derve yê Ermenistanê Zohrab Mnatsakanyan roja Duşemê karvekişîna xwe ragihand.

Karvekişîna Mnatsakanyan, ku ji 2018’an vir ve li ser kar bû, ji rûpela Facebookê ya Wezareta Derve ya Ermenistanê ya hat eşkere kirin.

Mnatsakanyan di meh û nîveke dawî de sê caran bi hevtayê xwe yê Azerî Ceyhun Bayramov re kom bûbû lê di hevdîtinên wan de ser agirbestê ti encam derneketibû.

Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan û hikûmeta wî, piştî agirbesta li Nagorno – Qarabaxê, ku pê re Azerbaycanê li wir ax bi dest xistibû, bi protestoyan re rûbirû mabûn û xwenîşanderan karvekişîna Pashinyan xwestibûn.

Pashinyan di preskonferansa xwe ya dawî de dîyar kir ku wan li Nagorno – Qarabaxê heft herêm dane Azerbaycanê, lê wan rê li ber cengê girtiye.

Wî da zanîn ku rêka ku Nagorno – Qarabaxê li Ermenistanê vedike dê jinûve vebe û kesên neçar mane bar bikin jî dê karibin vegerin malên xwe.

XS
SM
MD
LG