Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Welatên Yekîtîya Ewrupa Dijî Operasyona Efrînê Ne


Wezîrên derve yên welatên Yekîtîya Ewrupa (YE) li Sofya kom bûn.

Wezîr di civînê de ser operasyona Tirkîyê ya dijî Efrînê û tundûtûjîya li Sûrîyê zêde dibe axifîn.

Wezîrê Derve yê Almanya Sigmar Gabriel di ser operasyona Tirkîyê ya dijî Efrînê re dîyar kir ku pevçûnên li Sûrîyê divê bi dawî bibin.

Gabriel da zanîn ku YE divê girjîya leşkerî ya li bakurê Sûrîyê daxîne.

Wezîra Derve ya Avusturya Karin Kneissel jî dîyar kir ku jiber operasyona Efrîne dibe ku di navbera Amerîka û Tirkîyê de girjîyeke leşkerî çêbe.

Kneissel got ku şerê li Sûrîyê ketîye sala heftan û divê YE bang li alîyên şer bike û wan li maseya dîyalogê bicivîne.

Wezîrê Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn jî dîyar kir ku aktorên li Sûrîyê divê bala xwe bidin têkbirina DAIŞ'ê.

XS
SM
MD
LG