Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Îranê bi Peyameke Instagramê Karvekişîna Xwe Radigihîne


Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf bi peyemake li Instagramê karvekişîna xwe ragihand.

Zarîf di peyama xwe de lêborîn xwest û spasîya gelê Îranê kir.

‘’Di salên dawî de, jiber kêmasîya di demên wezîrîya min de ez ji we hemîyan lêborînê dixwazim. Bo gelê Îranê û karbidestan spas dikim’’ Zarîf nivîsî.

Di sala 2015’an de, Zarîf di îmzakirina peymana navokî de roleke girîng lîstibû.

Ajansa Nûçeyan ya Tasnîmê, ku nîvfermî ye, dîyar kir ku hin jêderan karvekişîna Zarîf piştrast kiriye, lê hîn eşkere nebûye ku Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî karvekişîn pejirandîye yan na.

XS
SM
MD
LG