Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Peqîna Yekşemê, Wezîrê Navxweyî yê Îraqê Karvekêşana Xwe Dide


Wezîrê Navxweyî yê Îraqê Mohammed Ghabban
Wezîrê Navxweyî yê Îraqê Mohammed Ghabban

Wezîrê Navxweyî yê Îraqê Mohammed Ghabban, piştî peqînên roja Yekşemê li Bexda, wek gaveke rakirina berpirsîya peqînan îro Seşemê kervekêşana xwe pêşnîyar kir.

Ghabban desthilata xwe radestî cîgirê xwe kir, heta ku Serokwezîr Heyder Abadî biryara xwe li ser wî bide.

Rexne û nerazîbûna civakî li hember Ebadî û hikûmeta wî zêde bûye, piştî ku qamyoneke bombedagirtî herî kêm 175 kes kuştibûn.

Karbidestên Îraqî didine zanîn ku tîmên lêgerînê hîn jî li cîhê peqînê, li nav kavilan li kesên hinda digerin.

KArbidest dîyar dikin ku peqîna li taxa Karrada, ji dagirkirina Amerîka ya Îraqê ya sala 2003an vir ve, yek jî peqînên herî kujêr ya li Bedxda ye.

Hêjayî gotinê ye mîlîtanên Dewleta Îslamî berpirsîya bombekirina rakir ser xwe û ragihand ku wan Şîayan kirine armanc.

XS
SM
MD
LG