Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Amerîkî 72 Salîya NATO Pîroz Dikin


Blinken û Austin
Blinken û Austin

Wezîrên Amerîka ser 72 salîya NATO ji Twitterê peyam belav kirin.

Wezîrê Berevanî Lloyd Austin dîyar kir ku NATO li cîhanê tifaqa leşkerî ya herî hêzdar e.

‘’Bo hemî hevalbendên me yên NATO û bo ferqa me bi nirxên me bi hevdu re parve kiriye çêkiriye, ez her roj spadar im.’’ Austin nivîsî.

Wezîrê Derve Antony Blinken jî da zanîn ku NATO piştî 72 salan hîn jî xurt e.

Blinken da zanîn ku tifaqa NATO kiriye ku ew di aramîyê de ji berê ewletir bijîn.

Hesabê fermî yê NATO jî peyameke ku nîşan dide tifaq di kîjan qonaxan re derbaz dibe weşand.

Wê hesabê dîyar kir ku cîhan di 70 salan de guherîye û NATO jî her tim bi cîhanê re xwe guherandîye.

Hêjayî bîrxistinê ye, di rojên dawî de di navbera Ukrayna û Rûsya de girjî gur bûye û salvegera avabûna NATO li vê qonaxê rast tê.

NATO roja Pêncşemê dabû zanîn ku Rûsya leşkerên xwe yên li rojhilata Ukrayna zêde dike û ew rewiş fikaran çêdike.

Kremlînê jî roja Înê dîyar kiribû ku ger NATO hêzên xwe li Ukrayna bi cîh bike ewê Moskow bo berevanîya pirtir tedbîran ragihîne.

XS
SM
MD
LG