Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Dadê yê Amerîka Îdiayên Ser Civînên Nepen yên bi Rûsan Red Kir


Wezîrê Dadê yê Amerîka Jeff Sessions, di îfadeya xwe bo Komîteya Îstixbaratê ya Senatô de îdiayên ser hevdîtina nepen ya bi karbidestên Rûs re red kir.

Session dîyar kir ku ew îdiayên derbarê hevkarîya bi rêvebirîya Kremlînê re ‘’derewên pîs û berbad’’ in.

Wezîrê dadê da zanîn ku wî xwe dûrî vekolînên ser kempeyan hilbijartinê daye, lê ewê nikaribe li hemberî ‘’îdiayên kirêt û şaş’’ bêdeng bimîne.

Sessions dîyar kir ku du caran bi Balyozê Rûs Sergey Kislyak re kom bûye, lê got ku nayê bîra wî ku ew jibo Trump di 27’ê Nîsanê de li Otela Mayflower bi balyoz re civîyaye yan na.

‘’Nayê bîra min ku ez bi balyoz yan karbidestekî Rûs re kom bûme yan min civînek bi wan re li dar xistîye. Li Otela Mayflower belkî hinekan li ser nigan ez û balyozê Rûs bi hev nasandin dane, lê bes nayê bîra min’’ Sessions got.

XS
SM
MD
LG