Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Sûrîyê Pesna Serdana Wezîrê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Dide


Wezîrê Derve yê Sûrîyê Faysal Mekdad dîyar kir ku hevtayê wî yê ji Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Abdala bîn Zayed meha borî bi serdana Şamê wêrekî nîşan daye.

Wezîrê Derve yê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Abdala bîn Zayed di 10’ê Mijdarê de serdana Şamê kiribû ku ew ji destpêka şerê navxweyî yê Sûrîyê vir ve, ku 10 salên berê destpê kiribû, serdana herî payabilind ya mîrgehan e.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dide zanîn ku mareke dewletên Ereb yên Rojhilata Navîn di demên dawî de hewil didin bi Serokê Sûrîyê Beşar Esad re jinûve peywendîyê çêkin.

Mekdad di preskonferansa li Tehranê de dîyar kir ku ew hêvî dikin ku wezîrên welatên din jî wek wezîrê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî tevbigerin.

‘’Serdana wezîrê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî wêrekî bû û gaveke pêşde bû.’’ Mekdad got.

Wî dîyar kir ku ew bi awayekî erênî li wê gavê dinêrin û da zanîn ku ew li bendê ne ku di demên pêş de gavên wisa zêdetir bibin.

XS
SM
MD
LG