Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu ji Twitterê ragihand ku bi vîrusa korona ketiye.
Soylu dîyar kir ku testên vîrusa korona yên xanim û keça wî jî pozîtîf derketine.
Wî da zanîn ku wan roja Duşemê xwe baş hîs nekiriye û bi testên wan dubare kirine re derketiye ku ew bi vîrusa korona ketine.
Li gor twîta Soylu, niha ew li nexweşxaneyê dimînin, lê rewişa wan baş e.
Berdevikê Serokomarîyê Tirkîyê Îbrahîm Kalin jî dîyar kir ku ew bi vîrusa korona ketiye.
Kalin da zanîn ku ew xwe baş hîs dike û bo kesên halê wî pirsîne spas kir.