Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca ji Twitterê da zanîn ku ewê di demekê nêz de maks ji jîyanên wan derkeve.
Koca dîyar kir ku di xebatên ser perpûnên vîrusa korona de ‘’pêşdeçûnên mezin’’ hene.
‘’(…) Mask dê di demeke nêz de ji jîyana me derkeve. Di xebatên ser perpûna vîrusa korona korona de pêşdeçûnên mezin hene. Em li benda emcaman bimînin. (…)’’ Koca nivîsî.
Wî bang li hemwelatîyên Tirkîyên kir maskên xwe bi awayekî rast bidin ber rûyên xwe.
Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Tirkîyê 404,894 kes bi vîrusa korona ketine û 11,233 kes bi wê mirine.
Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê: Mask Dê di Demeke Nêz de ji Jîyana Me Derkeve
