Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Derve yên Kanada û Ukrayna Ser Toleyên Dijî Rûsya Axifîn


Wezîra Derve ya Kanada Melanie Joly biryara Rûsya ya ser naskirina serxwebûna herêmên cudaxwaz yên li rojhilata Ukrayna şermezar kir.

Joly dîyar kir ku ew biryara Rûsya bo ‘’îstiqrar û ewlekarîya herêmê gefeke cidî ye’’

Wê da zanîn ku Kanada û hevbendên wê dê dijî Rûsya bersîvên tund bidin û got ku ew hazirîya ragihandina toleyên aborî dikin.

Wezîra Derve ya Kanada dîyar kir ku ew piştgirîya serwerî û yekîtîya axa Ukrayna dikin.

Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba jî dîyar kir ku ew bi Xanim Joly re ser toleyên dijî Rûsya axifîne.

Kuleba da zanîn ku Kanada ‘’ne bi tenê gotinê, lê bi kiryarên xwe jî’’ ligel Ukrayna ye.

XS
SM
MD
LG