Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Weşanxaneya Avesta Xelata Azadîya Ramanê ya Tirkîyê Wergirt


Abdullah Keskîn
Abdullah Keskîn

Yekîtîya Weşangerên Tirkîye her sal li ser azadîya ramanê xelatan dide.

Weşanxaneya Avesta jî hêjayê xelatê hat dîtin.

Gerînendeyê Weşanxaneya Avesta, Abdullah Keskîn xelatê dîyarîya Şîrîn Tosun û Ekrem Yaşli dike ku her di jî jiber axaftina bi Kurdî bûbûn armanca êrîşên nîjadperestan.

Tosun li bajare Sakarya jiber êrîşê birîndar bibû û piştî du mehên li nexweşxanê, jîyana xwe ji dest dabû.

"Ew kalê îxtîyar li Çanakkale, li nexweşxaneyê, bi jina xwe ya nexweş re bi Kurdî dipeyîve. Jiber axaftina Kurdî serê wî bi şûşeyek tê şikandin. Bawer bike ku serê min şikandibana, ewqas êş nedida min, “Keskîn dibêje.

Ew bi berdewamî dibêje ku ji deh salan carek jî mînakek wusa hebe, ev tehdît û xetereyek pir pir mezin e.

“Êş û zilm û zehmetîyên li ser me li ber van bûyeran gelek biçûk dimînin. Ew êş bêhtir min dieciqîne ji qedexekirina kitêbekê..."

KHF_11_07_2019_Weşanxaneya Avesta
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:57 0:00


XS
SM
MD
LG