Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Red Dike ku Rola Wê di Karvekişîna Şêx Hasîna de Heye


Qesira Sipî roja Duşemê ragihand ku ti rola Amerîka di karvekişîna Serokwezîra Bangladeşê Şêx Hasîna de tuneye.

Berdevika Qesira Sipî Karine Jean-Pierre, li ser pirseke derbarê rola Amerîka di karvekişîna Şêx Hasîna de got ku îdiayên wisa ne rast in.

‘’Ti mudaxaleya me çênebû. Hemî nûçe û gotegotên îdia dikin ku tilîya hikûmeta Amerîka di wan bûyeran de heye, şaş in.’’

Rojnameya Economic Times, ku li Hindistanê tê weşandin, roja Yekşemê ji zarê Şêx Hasîna ragihandibû ku jiber ku Amerîka kontrola Girava Saint Martind ya li Kendava Bengalê xwestiye, ew ji desthilatê hate gêr kirin.

Economic Times dîyar kiribû ku Şêx Hasîna bi rêka nasên xwe yên nêz ew peyam ji wê re gotiye.

Kurê Hasîna, Sajeeb Wazed roja Yekşemê ji X’ê got ku dêya wê bi ti awayî daxuyanîyeke wisa nedaye.

Qesira Sipî ragihand ku ew bawer dikin ku divê siberoja hikûmeta Bangladeşê gelê wî welatî dîyar bike û ew li ser wê nêrînê disekinin.

Hikûmeta demkî ya Bangladeşê ya bi pêşengîya wergira Xelata Aştî ya Nobel, Mihemed Yunus, jibo hilbijartinên li welêt roja Pêncşemê sond xwar.

Bangladeş, meha borî piştî protestoyên xwendekarên yên ser kotayên hilbijartinî bi bûyerên tundûtûjîyê re rûbirû mabû.

Şêx Hasîna di hilbijartinên serê salê de, ku muxalefetê boykot kiribû, cara 4’an bi ser ketibû û Washingtonê jî gotibû ku ew hilbijafrtin ne azad û rewa ne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG