Lînkên eksesibilîtî

Qesra Sipî Daxwaza 44 Mîlyar Dolar Alîkarî bo Zararên Bahozên Vê Dawîyê Dike


Qesra Sipî îro Înê ragihand ku wê daxwaza 44 mîlyar dolar alîkarî ji Kongresê kiriye ku jibo mexdurên bahozên li Porto Rîko, Teksas, Florîda û giravên U.S. Virgin Islands were bi kar anîn.

Hejmara ku ji alîyê Qesra Sipî ve hate ragihandin, ji dirava ku ji hêla karbidestên xwecîhî hatibû xwestin, kêmtir e.

Walîyê Porto Rîko, Ricardo Rossello bona jinûve avakirina binesazîya herêmê, $94.4 mîlyar xwestibû. Teksas daxwaza $61 mîlyar û Florîda ji daxwaza $27 mîlyar kiribû.

Rêvebirê budcê ya Qesra Sipî, Mick Mulvaney di nameyeke ji Serokê Civata Nûneran Pauê Ryan re gotibû ku 44 mîlyar dolar alîkarî ne hejmara dawîn e. Mulvaney bal kişand ku taybetî li Porto Rîko û giravên U.S. Virgin Islands xebatên nirxandina zararê hîn berdewam dikin.

Nita Lowey, endama Kongresê ya Demokrat ji New Yorkê, ku xwedîyê peywendîyên xurt bi Porto Rîko ye, Qesra Sipî rexne kir ku ji pêdivîyên ser erdê kêmtir dirav daxwaz kiriye.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG