Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Berê Paul Whelan Dixwaze Ji Rûsyayê Bo Amerîka Bihê Vegihastin


Paul Whelan

Ajansa RIA ya dewleta Rûsya îro Çarşemê ragihand ku ewê tîma parastina leşkerê berê Paul Whelan ku li Rûsya di zindanê de ye, serî li dadgeha Moskow bide da ku jib Amerîka were şandin û cezaya xwe li wir bikşîne.

Ajansa RIA ev agahdarîya ji zarê parêzgerên Paul Whelan ragihand. Leşkerê deryayî yê kevn yê hemwelatîyê Amerîkî Paul Whelan bi tawanbarîya sîxurîyê di 28'ê Berfanbara 2020'an de li Moskow hatibû desteser kirin û di Hezîranê de 16 sal cezaya girtîgehê sitandibû.

Whelan îdayên ser sîxurîyê red kiribû û Washingtonê ji Moskowê xwestibû ku Whelan berde. Whelan gotibû ku ew hêvî dike wek beşek ji berdêlkirina girtîyan were azad kirin.

Hejayê bîr xistinê ye ku Biden û Putîn di hilcivîna meha borî de ev mijar nîqaş kiribûn.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG