Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şîva Nûçegihanên Koşka Spî Careke Din Vedigere

Wêne ji Arşîfê ye
Wêne ji Arşîfê ye

Serok Amerîka Joe Biden dê kevneşopiyek Washingtonê ya Şîva Komeleya Nûçegihanên Koşka Spî roja Şemiyê bi şev ji nû ve dest pê bike û dê te axaftinekê pêşkêş bike wek yekem serokê ku ji sala 2016an ve di boneya salane de diaxive.

Piştî ku ji ber pandemiya COVID-19 du salan hatibû rawestandin û ji aliyê Donald Trump ve hatibû boykotkirin, ev bone îsal bi dilxweşî vedigere û komîdiyê Amerîkî Trevor Noah tê de beşdar dibe.

Zêdetirî 20 paliyên girêdayî WHCA li Washingtonê berê û piştî boneyê têne organîzekirin û gelek rayedarên payebilind ên rêveberiyê jî beşdar dibin.

Lêbelê, zêdebûnek vê dawîyê ya bûyerên COVID-19 li Washingtonê, hişyariyek li dor şîva Koşka Spî derxistiye holê.

Rêkxerên vê boneyê daxwaz dikin ku her beşdarek ji bo vîrusa koronayê were têstkirin û hin berpirsên radebilind, di nav de jî Dr. Antony Fauci, beşdar nabin.

Koşka Spî got ku Biden dê tedbîrên zêde bigire û dê tenê li beşê axaftinê amade be, ne beşê şîvê.

Tê pêşbînkirin ku dora 2,600 rojnamevan, karbidestên Washington û navdar beşdarî vê boneyê bin.

Komeleya Nûçegihanên Koşka Spî di sala 1914an de hatiye damezrandin û hema hema her sal boneya şîva Koşka Spî li dar xistiye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG