Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koşka Spî Plana Vaksînkirina Zarokên 5-11 Salî Dijî COVID-19 Radigihîne


Vaksîna Pfizer li ser keçeke 7 salî tê test kirin.
Vaksîna Pfizer li ser keçeke 7 salî tê test kirin.

Koşka Spî îro Çarşemê hûrgilîyên plana xwe jibo vaksînkirina zarokên di navbera temenên 5 û 11 salî de ragihand, li vê dema ku tê çaverê kirin ku vaksîna COVID-19 ya Pfizer jibo zarokan di nav çend hefteyan de were erê kirin.

Berpirsên federal dê van herdu hefteyên bê li hev bicivin jibo qezencên wergirtina vaksînê jibo zarokan gotûbêj bikin.

Eger vaksîna Pfizer ya zarokan ji alîyê Revebirîya Xwarin û Dermanan (FDA) ve bi fermî were erê kirin, dê di nav çend demjimêran de bo seranserê Amerîkayê were şandin. Biryar e Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya Amerîka jî kombûnekê derbarê vê vaksînê li 2 û 3’ê Mijdarê lidar bixe.

Koşka Spî got ku piştî erêkirinê, dê dora 15 mîlyon derzîyên vaksînê di hefteya yekê de li seranserê Amerîkayê werin belav kirin.

“Em plankirina vî karî bidawî dikin da ku piştrast bikin ku prosesa vaksînkirina jibo zarokên di temenê 5 heta 11 salan de berdest, hêsan û nerm be. Em amade bin, heta biryara FDA û CDC’ê derkeve,” Jeff Zients, kordînatorê COVID-19 yê Koşpa Spî, ragihand.

XS
SM
MD
LG