Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

 Şifêrek Hewil Dide Bi Erebeya xwe Çeperên Koşka Sipî Derbas ke


Ajansa Xizmetên Nehênî ya Amerîka got erebeyekê doh Înê hewil da çeperên ewlekarî yên Koşka Sipî derbas ke, lê şifêra wî yekser hate girtin.

Ajansê di daxuyaniyekê de şifêra erebeyê wek jineka 35 salî û rûniştvana wîlayeta Tennessee da nasîn.

Berpirs dibêjin ew jin bi hin gunehkariyên din ên destnîşannekirî hat tawanbarkirin û radestî polîsê Waşintonê bû.

Polîs ew bi navê Jessica R. Ford da nasîn.

Berpirs dibêjin serok Donald Trump di dema bûyerê de li Koşka Sipî mêvandariya serokwezîrê Australya Malcolm Turnbull dikir.

Di encama rûdanê de, çi teqîn nebûn û kes birîndar nebû lê cadeyên derdora Koşka Sipî bo yek demjimêr hatibûn girtin.

Trump di Twîtekê de pesna Ajansa Xizmetên Nehênî da û got:

“Sipas ji bo jin û mêrên Ajansa Xizmetên Nehênî ya Amerîka li dor karê wan ê baş.”

XS
SM
MD
LG