Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Dibêje Ew jiber Êrîşên Îsraîlê li Refahê Ketiye Fikran


Serokê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus îro Duşemê jibo Gaza banga agirbestê kir û dîyar kir ku êrîşên li Refahê fikarên çêdikin.

Karbidestên saxlemî dibêjin di êrîşên dawî yên Îsraîlê de li Refahê 48 kes hatine kuştin.

Ghebreyesus dîyar kir ku ji 36 nexweşxaneyên Gaza bi tenê 15 hîn hindik be jî dixebitin û got ku karmendên saxlemîyê di rewişên giran de çi ji dest wan tê dikin.

‘’Ez bi taybetî jiber êrîşên li Refahê ketime fikaran ku piranîya Gazayîyan jiber pevçûnan revîbûn wir.’’

Wî dîyar kir ku wan heta niha 447 ton kelûpelên tibî ji Gaza re şandine lê got ku pêdivî her roj mezintir dibe.

Rêvebirên Îsraîlê dibêjin şer piştî ku Hamasê di êrîşên 7’ê Cotmehê de li başûrê welêt 1200 kes kuştin û bi qasî 250 kes jî dîl girtin destpê kir.

Li gor karbidestên saxlemîyê yên di rêvebirîya Hamasê, di êrîşên Îsralê de heta niha pirtir ji 28,000 kes hatine kuştin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) dide zanîn ku pirtir ji 85 ji sedê Gazayîyan ji warên xwe derketine û dîyar dike ku Gazayî bi birçîbûnê re rûbirû mane.

Îsraîlê hefteya borî ragihand ku ew plan dike êrîşan bibe ser Refahê ku ew li gor cihên din yên herêmê ewletir bû.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG