Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Banka Cîhanî Dibêje Erdhej Ser Aborîya Tirkîyê 34.2 Mîlyar Zarar Çêkiriye


Dîrektorê Banka Cîhanî yê Tirkîyê Humberto Lopez îro Duşemê got ku erhejên ku navenda wan Mereş e, ji ekomonîya Tirkîyê re 34.2 mîlyar zarar çêkiriye.

Lopez ji malpera Bloomberg HT re got ku zîyana çêbûyî gelek giran e û wek mînak niha li Hatayê % 40’ê hemî avahîyan hilweşîn.

Lopez bi bîr xist Banka Cîhanî di destpêka erdhejê de paketeke 1,78 mîlyar dolarî ji Tirkîyê re eşkere kiribû.

“Di nava vê paketê de di projeyên serekî hene: 780 mîlyon dolar alîkarîya tengavî yên jibo kesên ku ji erdhejan bandor dîtine û 1 mîlyar dolar jî projeya beşatirkirina demûdest ya herêmên bin bandora errhejê ye,”

Lopez herwiha dîyar kir u paketeke wan ya din ya bi nirxê 780 mîlyon dolarî heye ku dixwazin vê diravê jibo jinûve avakirina herêmên erdhejê xerc bikin.

Jêder: Bloomberg HT

XS
SM
MD
LG