Berpirsê Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) yê herema rojhilata Deryaya Sipî Dr. Rick Brennan îro Duşemê li Qahîre ragihand ku pedivîyên WHO yên li Afganistanê tenê bo çend rojan mane.
"Pêdivîya me demûdest bi pireke esmanî ya mirovahî ya domdar heye," Brennan got.
WHO ragihand ku pêdiviyên jibo dermankirina nexweşîyên kronîk yên mîna şekir, alavên rewşên awarte û dermanên bingehîn bi lezgînî hewce ne.
Dr. Brennan alîkarîyê daxwaz kir ku bi 10 yan 12 firokan pedivî û dermanên bo gekê dorpêçkirî werin veguhestin.
Em geşbîn in ku di rojên pêş me de jibo peydakirina tiştên pêdivî hin gav werin avêtin.
Dr. Brennan, ku çavdêrîya operasyonên Afganistanê yên WHO jî dike, got ku ew bi Amerîka û welatên din re danûstandinan dikin ku embarên xwarin, vexwarin, derman û hewcedarîyên din dagirin.
Brennan da zanîn ku Amerîka û karbidestên din, WHO û hevkarên wê re dibêjin ku bilî firînqeha Kabulê, li balafirgehên din jî binêrin.
Brennan dîyar kir ku wan karbidestan ragihandine ku 'ewê kiryarên lojîstîkî û pêkanîna ewlehîyê pir dijwar be, heke pêdivîyên WHO werin anînê Kabulê.'
Jiber ku divê ku tîmên alîkarîyê balafiran vala bikin û destûrê bidin kamyonan pêdivîyan vegustinin – ku dibe ku ev yek xebatên derxistina mirovan aloztir bike.