Dîrektorê Afrîqa yê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Matshidiso Mati bi vîdeokonferansekê dîyar kir ku ew dê bi kempeynên li ser medya civakî balê bikişînin ser tedbîrên dijî vîrusa korona.
Moetti dîyar kir ku ew dixwazin bi hashtaga ‘’#MaskUp, Not Down’’ xwe bigêhînin 40 mîlyon ciwanan.
Wî da zanîn ku ew dikarin bi karanîna maskan rê li ber mirinan bigirin û got ku jiber wê yekê WHO li Afrîqa dest bi kempeynan kiriye.
Berpirsê bo saxlemîya Afrîqa dîyar kir ku ew bo xebatên ser perpûnan vîrusa korona jî geşbîn e û da zanîn ku ew bi welatên Afrîqa re ser belavkirina perpûnê danûstandinan dikin.
Li parzemîna Afrîqa heta niha pirtir ji 2 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine.