Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Vaksîna Vîrusa Korona ya AstraZeneca Dipejirîne


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) bo karanîna demûdest ya vaksîna vîrusa korona ya kompanîya AstraZeneca destûr da.

Çaverê ye ku bi wê destûrê re bi mîlyonan doz vaksîn bigihêjîn welatên feqîr.

Serokê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus dîyar kir ku ew bi destûra bo vaksîna AstraZeneca ji berê geşbîntir in.

Li seranserê cîhanê heta niha 172 mîlyon kesan vaksîn li xwe dane, lê ew vaksîn heta niha pirtir ji welatên dewlemend re çûn.

Ew vaksîna kompanîya AstraZeneca, ku bi hevkarîya Brîtanya û Swêdê hatiye ava kirin, dê bi bernameyeke navneteweyî pirtir ji welatên feqîr re were şandin.

WHO hefteya borî bo kesên ji 18 salî mezintir vaksîna AstraZeneca pêşnîyaz kiribû.

Pisporên saxlemîyê gotibûn ku li ber e ku vaksîna AstraZeneca bo kesên temenên wan 65’an ji mezintir, bi bandor û ewle be.

XS
SM
MD
LG