Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Nîşane Tuneye ku Vaksîna AstraZeneca Xwîna Mirovan Tîr Dike


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ragihand ku ti nîşane tuneye ku vaksîna vîrusa korona ya AstraZeneca û Zanîngeha Oxfordê xwîna mirovan tîr dike.

Danîmarka, Îzlanda, Norwec, Tayland û herî dawî jî Bulgaristê bi îdiaya ku vaksîna AstraZeneca di xwînê de kesekîyan çêdike, karanîna wê rawestandibûn.

Berdevika WHO Margaret Harris da zanîn ku vaksîna AstraZeneca ‘’pir rind e’’ û bang li karbidestên saxlemîyê kir ku karanîna wê bidomînin.

Li seranserê Ewrupa, di xwîna 30 kesî de piştî karanîna vaksîna AstraZeneca kesekî çêbûn.

Karbidestên Îtalya jî dibêjin ku merivekî 50 salî piştî di xwîna wî pixtî çêbûne canê xwe ji dest daye.

Margaret Harris da zanîn ku ew ser wan îdiayan lêkolînê dikin, lê dîyar kir ku wan heta niha ti pewyendîya vaksîn û tîrbûna xwînê nedîtiye.

Berê WHO, Sazîya Dermanan ya Ewrupa (EMA) jî ragihandibû ku ew li ti delîla raber dike ku vaksîna AstraZeneca di xwînê de kesekîyan çêdike, rast nehatine.

Agahîyên dawî yên ji jêderên saxlemîyê raber dikin ku li temamê Ewrupa heta niha bi qasî 5 mîlyon kesan vaksîna AstraZeneca li xwe dane.

XS
SM
MD
LG