Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pispor WHO, Çîn û Hin Welatan Din jiber Negirtina Tedbîrên Dijî Korona Rexne Dikin


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO)
Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO)

Desteya pisporan ya ku ji hêla Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ve hatîye erkdarkirin roja Duşemê di derbarê pêyvajoya pandemîya COVID -19 de raportek dîyar kir.

Desteya pisporan Çîn û welatên din bi sedema ku pêş li derketina destpêka vîrusa korona negirtinên, rexne kir.

Hevdem, desteyê helwesta WHO ya gelo divê ev vîrusa korona wek pandemîyeke zûtir bi nav kiribina jî, nîqaş kir.

Desteya bi rêbertîya seroka berê ya Lîberyayê Ellen Johnson Sirleaf û Serokwezîra berê ya Zelanda Nû Helen Clark ragihandin ku jibo sazkirina tedbîrên bingehîn yên saxlemîya gel yên zûtirîn di demê de, 'fersendên windakirî' hebûn.

Di raportê de ji hêla desteyê ve helwesta Çîn û hin welatan hat nirxandin.

"Ya ku ji desteyê re eşkere ye ev e ku karbidestên saxlemîyê yên herêmî û neteweyî li Çînê di meha Rêbendanê de dikarîbûn tedbîrên saxlemîya gel xurttir û tundtir ragihandinan, " desteyê got.

Herwiha deste delîlên bûyerên li welatên din yên di di dawîya Rêbendana 2020' an jî destnîşan kir.

Desteyê balkişand ku li her welateke ku îhtîmala bûyereke vîrusê hat dîtin jibo parastina saxlemîya gel divê tedbîrên dijî belavbûnê bihata dîyar kirin, lê welatan ev ne kirin.

"Rastî ev e ku tenê hejmareke kêm ya welatan agahdarîya ji wan re hat pêşkeş kirin dan berçavan da ku pêşî li pandemîya derketî bigirin," desteyê got.

Pisporan her wiha çima WHO rewşa awarte ya saxlemîya gîştî ya cîhanî - hîşyarîya xweya herî bilind bo pandemîyan - zûtirîn ranegihand jî wek pirseke şîrove kir.

WHO komîta xweya rewşa awarte di 22'ê Rêbendanê de kom kiribû, lê pandemîya jiber vîrusa korona wek rewşek awarte ya navneteweyî heya hefteyeke şûnda dîyar nekiribû.

Di wê demê de , WHO ragihandibû ku di nava komîteya pisporan ya rexistinê li ser pêwîstîya ragihandina rewşa awarte ya cîhanî nakokî derketine.

WHO heya 11'ê Adara 2020'an nexweşîya COVID – 19 wek pandemîya cîhanî dîyar nekir, çend hefteyan piştî ku li gelek welatan bi rengekî berbiçav dest pê kir û heya pîvanên WHO ya bo pandemîyê bi cîh hat.



XS
SM
MD
LG