Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: COVID-19 li Cîhanê Nêzî 15 Mîlyon Kes Kuştine


Dîmeneke ji pandemîya COVID-19 (Arşîv)
Dîmeneke ji pandemîya COVID-19 (Arşîv)

Rêxistina Saxlemîyê ya Cîhanê (WHO) îro Pencşemê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku li seranserî cîhanê, pandemîya COVID-19 rasterast yan jî nerasterast bûye sedema mirina 14.9 mîlyon mirovan.

WHO dîyar kir ku ev 14.9 mîlyon kes di navbera 1'ê Rêbendana 2020'an û 31'ê Berfenbara 2021'an mirine.

Rexistina NY da zanîn ku ev hejmar wek mirina zêde ya awarte tê bi nav kirin û % 84 mirinan li Asyaya Başûr-Rojhilat, Ewrupa û Amerîka hatine tomar kirin.

Rexistinê ragihand ku rêjeya mirina mêran (ji % 57 ) li gor ya jinan (ji % 43 ) zêdetir pêk hatiye.

WHO bi berdewamî ragihand ku rêjeya mirina mirovên pîr jî di astekî bilindtir de, rû daye.

Serokê WHO'yê Tedros Adhanom Ghebreyesus îro bi daxuyanîyeke ev pezanînên pandemîya vîrusa korona nirxand.

"Ev pêzanînên metirsîdar tenê bandora pandemîyê nîşan nadin, lê hevdem bo hemî welatan pêdivîya berhemkarîya sîstemên saxlemî yên xurttir jî destnîşan dikin; yên ku dikarin di demên krîzan de xizmetên bingehîn bidomînin, tevî sîstemên agahdarîya saxlemîyê.”

Ghebreyesus anî ziman ku WHO amadeye ku bi tevahîya welatan re bo xurtkirina sîstemên saxlemîyê hevkarîyê bike.

"WHO pabend e ku bi hemî welatan re bixebite da ku sîstemên agahdarîya saxlemîya xwe xurt bikin, da ku bo biryarên û encamên çêtir, pêzanînê baştir yên rastîn werin bi dest xistin û ava kirin," Ghebreyesus got.

XS
SM
MD
LG