Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Hişyarî Dide ku Ewrupa Disa Dibe Navenda Pandemîya Korona


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) îro Pêncşemê ragihand ku di pêketinên nû yên vîrusa korona li Ewupa, de meha borî de 5 ji sedê zêde bûne.

Berpirsê rewşen awarte yê WHO, Dr. Michael Ryan got ku tevî ku bi têra xwe vaksîn û pêdivîyên din berdest bin jî, Ewupa nûye navenda belavbûna pandemîyê.

Serokê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus ji bang li dewletên zengîn kir ku lêdana vaksîna hêzker bisekinînin.

“Divê welatên ku 40 ji sedê nîfûsa xwe vaksîn kirine, lêdana doza sêyê vaksînê rawestînin û wan vaksînan bibexşînin dewletên xizan ku hîn doza yekê li hemwelatîyên xwe nedane,” Ghebreyesus got.

Wî bal kişand ku heta niha dewletên hejar yên cîhanê tenê % 1 ji valsînên dijî COVID-19 bi dest xistine.

XS
SM
MD
LG