Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê WHO yê Ewrupa Hember Belavbûna Korona Hişyarî Dide


Dr. Hans Kluge
Dr. Hans Kluge

Serokê Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) yê Ewrupa Dr. Hans Kluge îro Pêncşemê hişyarî da bîragiştî ku vîrusa korona bi ayayekî lezgînî li wê parzemînê belav dibe.

Kluge got ku rêjeya herî bilind ya pêktinan di navbera kesên 25 heta 49 salî de çêdibin, lê wî bal kişand ku di hejmara tûşbûna kesên temenmezintir jî zêdebûnek heye û ew kes din bin xeterîyeke girantir de ne.

“Pandemîya korona gelek tişt ji me birine. Heta niha li Ewrupa 4,893,614 bûyerên pêketinê çêbûne û 226,524 kes jiber vê vîrusê mirine, lê ew tenê alîyekî wê pirsgirêkê ye. Bandora korona li ser saxlemîyê hişî, aborî û jîyanê heye.”

Klughe derheqa têkoşîna hember koronayê banga helwesteke hevbeş ya seranser Ewrupa kir ku dijî wê vîrusê bi bandorî têkşîne were dayîn.

XS
SM
MD
LG