Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Welatên Ewrupa Ser Kempeyna Vaksînê Rexne Dike


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO), Ewrupa jiber hêdîbûna kempeyna vaksîna vîrusa korona rexne kir.

Berpirsê WHO yê Ewrupa Hans Kulge îro Pencşemê bi daxuyanîyekê dîyar kir ku li Ewrupa kempeyna vaksîna vîrusa korona hêdî dimeşe û bal kişand ku jiber wê hêdîbûnê dema pandemîyê dirêjtir dibe.

Kluge dîyar kir ku rêka herî rind ya têkbirina vîrusa korona karanîna vaksînan e.

‘’Divê em wan hemî vaksînên di stokan bikar bînin, hema, niha’’ Kluge got.

Kluge da zanîn ku zêdebûna hejmara pêketinên vîrusa korona jinûve ew xistina fikaran.

Wî bal kişand ku çar hefteyên berê, pêketinên di hefteyekê de ji 1 mîlyonî kêmtir bûne û dîyar kir ku bi tenê hefteya borî 1,6 mîlyon pêketin hatine tomar kirin.

Berpirsê WHO yê Ewrupa yda zanîn ku hejmara mirinên ji vîrusa korona bi lez ber bi 1 mîlyon ve diçe û got ku li gor texmînên wan hejmara pêketinan jî dê di demeke nêz de bigihije 45 mîlyonan.

XS
SM
MD
LG