Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Welatên Ewrupî Ser Pêla Sêyan ya Vîrusa Korona Hişyar Dike


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) welatên Ewrupî ser pêla sêyan ya vîrusa korona hişyar kir.

Yek ji nûnerên taybet yên COVID-19 yên WHO David Naborro ji medya Swîsre re dîyar kir ku welatên Ewrupî piştî kontrolkirina pêla pêşî di mehên havînê de tedbîrên pêwîst ranegihandine.

‘’Niha bi pêla duyê re rûbirû ne. Ger niha jî bingeha pêwîst çênekin, emê di serê sala pêşî de bi pêla sêyan re rûbirû bimînin.’’ Naborro got.

Wî da zanîn ku li Koreya Başûr gel li gor mesafeya civakî tevdigere, maskan dide ber rûyên xwe û dest û rûyên xwe dişon û bang li bîragiştî kir ku li gor tedbîran tevbigerin.

Nûnerê WHO ji hikûmetên Ewrupî xwest ku heta hejmara pêketîyan dadikevin tedbîrên dijî vîrusa korona ranekin.

Li Ewrupa di mehên havînê de hejmara rojane ya pêketîyên vîrusa korona daketibû, lê di mehên payîzê de ew hejmar careke din rabû.

Li Almanya û li Fransa roja Şemîyê bi qasî 33 hezar pêketinên vîrusa korona hatin tomar kirin û li Swîsre her roj bi hezaran pêketin têne tomar kirin.

XS
SM
MD
LG