Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Testên Ser Hîdrosîklorokînê Radiwestîne


Serokê WHO'yê Tedros Adhanom Ghebreyesus
Serokê WHO'yê Tedros Adhanom Ghebreyesus

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) testên ser hîdrosîklorokînê rawestandin.

Serokê WHO’yê Tedros Adhanom Ghebreyesus dîyar kir ku wan jiber fikarên bo ewlekarîyê testên ser hîdrosîklorokînê bi dawî kirine.

Ghebreyesus da zanîn ku divê ew zêdetir agahîyên ser hîdrosîklorokînê binirxînin.

Wî bi berdewamî got ku piştî lêkolînan raber kiriye ku hîdrosîklorokîn rîska mirinê zêde dike wan biryareke wisa daye.

Serokê Amerîka Donald Trump di preskonferansan de pesna hîdrosîklorokînê dabû û gotibû ku ew dijî vîrusa korona wê bikartîne.

XS
SM
MD
LG