Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Cureya Vîrusa Korona ya ji Hîndistanê Herî Kêm li 17 Welatan Hatiye Dîtin


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ragihand ku cureya vîrusa korona ya ji Hîndistanê bi kêmî ve li 17 dewletan hatiye dîtin.

Bi cureya vîrusa korona ya ji Hîndistanê, ku du caran mutasyon derbaz kiriye, hejmara rojane ya pêketinên vîrusa korona rekor şikandibû.

Li gor daxuyanîya WHO, piranîya mînakên cureya vîrusa korona ya ji Hîndistanê, ji Brîtanya, Amerîka û Sîngapurê hatine.

Tê zanîn ku ew cure li jimareke welatên Ewrupa jî hatiye dîtin.

WHO dîyar dike ku cureya ji Hîndistanê li gor cureyên din yên vîrusa korona pirtir mezin dibe û belav dibe û dide zanîn ku divê berpirs li hember wê cureyê baldar bin.

Berpirsên WHO dibêjin ku cureyên vîrusa korona yên ji Brezîlya û Afrîqaya Başûr ‘’fikaran çêdikin’’ ku cureya ji Hîndistanê hîn neketiye wê kategorîyê.

Hîndistan bi hejmara pêketin û vîrusa korona li cîhanê li dû Amerîka di rêza duduyan de ye.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Hîndistanê bi qasî 18 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 201,187 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG