Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Cureya Vîrusa Korona ya ji Hîndistanê Fikaran Çêdike


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ragihand ku cureya vîrusa korona ya li Hîndistanê hatiye dîtin bo dinê fikaran çêdike.

WHO dîyar kir ku ew cureya vîrusa korona, ku B.1.617 e, li gor cureyên din zûtir belav dibe.

Agahîyên WHO raber dikin ku ew cure heta niha li 30 welatan hatiye dîtin.

Karbidestên WHO berê bo cureyên vîrusa korona yên ji Brîtanya, Afrîqaya Başûr û Brezîlya jî fikarên xwe ragihandibûn.

Bo cureyeke vîrusa korona di asta ‘fikar’’ê de be, divê hin krîteran nîşa bide ku di nav wan de belavbûna zû, nexweşîya giran û berxwedana dijî antîkoran heye.

Wezareta Saxlemî ya Hîndistanê do Duşemê dîyar kiribû di 24 saetan de pirtir ji 360,000 kes bi vîrusa korona ketine û 3,754 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG