Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Dijî Vîrusa Korona Rewşa Demûdest Radigihîne


Serokê WHO'yê Tedros Adhanom Ghebreyesus
Serokê WHO'yê Tedros Adhanom Ghebreyesus

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ser vîrusa korona ya ku li berê li Çînê hatibû dîtin û dûre li welatên din jî belav bûbû, ‘’rewşa demûdest’’ ragihand.

Serokê WHO’yê Tedros Adhanom Ghebreyesus dîyar kir ku jiber bûyerên li derveyî Çînê qewimîne wan biryareke wisa daye.

Ghebreyesus da zanîn ku ew ketine fikarê ku vîrusa korona here welatên ku sîstema wan ya saxlemîyê qels e.

Li gor daneyên WHO’yê, xêncî Çînê li 18 welatên din jî vîrusa korona hatiye tespîtkirin, lê li wan welatan hîn ti kes jiber wê vîrusê jîyana xwe ji dest nedaye.

Karbidestên Çînê didin zanîn ku vîrusa korona 170 kes kuştine û ew heta niha di canê 7711 kes de hatiye dîtin.

XS
SM
MD
LG