Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Hişyarî Dide ku Vîrusa Korona Dikare li Seranser Cîhanê Belav Be


Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) îro Înê hişyarî da ku belavbûna vîrusa korona firehtir dibe û ew vîrus dikare bigiheje her derê cîhanê.

Berdevikê Rêxistina Saxlemîya Cîhanê Christian Lindmeier di preskonferansekê de li Cenevrê got ku belavbûna vîrusa korona berfirehtir dibe.

“Di hewilên pêşîgirtina belavbûna vîrusa korona de Îran, Îtalya û Koreya Başûr cîhên pir girîng in û serketina wan dê sibêrojê vîrusê dîyar bike,” Lindmeier got.

Wî da zanîn ku li pênc welatên din: Nîjerya, Estonya, Danîmarka, Hollanda û Lîtvanya bûyerên pêşîn yên COVID-19 hatine dîtin û kesên nexweş gîş di demên nêzîk de çûne Îtalya.

XS
SM
MD
LG