Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Ser Sistkirina Tedbîrên Dijî Korona Hişyarîyê Dike


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) dîyar kir ku wê ser sistkirina tedbîrên dijî vîrusa korona ti pêşnîyaz nekiriye.

WHO da zanîn ku divê tedbîrên dijî vîrusa korona ji demê pêwîst zûtir neyên bi dawî kirin.

Berdevika WHO’yê Christian Lindmeier got ku ger tedbîr bi awayekî zû bi dawî bibin ewê rîska belavbûna korona dîsa çêbe.

Lindmeir ew rewiş şiband rewişa nexweşan û da zanîn ku ger ew zû ji nav nivînan rabin ewê bo rîskên girantir çêbin.

Vîrusa korona li seranserê cîhanê ketiye canê pirtir 1,400,000 kesan û pirtir ji 80,000 kesan kuştine.

Ew vîrusa li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Hikûmeta Çînê îro Çarşemê qedexeya derketina derve ya li Wuhanê bi dawî kiribû.

XS
SM
MD
LG