Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Ser Sistkirina Tedbîrên Dijî Vîrusa Korona Hişyarî Kir


WHO

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ser sistkirina tedbîrên dijî vîrusa korona hişyarî kir.

Serokê WHO Adhanom Ghebreyesus dîyar ku divê dewletê cîhanê gava tedbîran sist dikin pir bi baldarî tevbigerin.

‘’Ger dewlet ser sistkirina tedbîran bi baldarî tevnegerin ewê jinûve karantînayên berfireh çêkin’’ Ghebreyesus got.

Li gor daneyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê pirtir ji 3,700,000 kes bi vîrusa korona ketine û 261,517 kes bi wê mirine.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

XS
SM
MD
LG