Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Gefên Vîrusa Korona Dê Demeke Dirêj Bidomin


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) dîyar kir ku vîrusa korona gefeke demdirêj e û li ber e ku ew her tim hebe.

Berpirsê Tengavîyê yê WHO Mike Ryan da zanîn ku zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona yên jimareke dewletan, ne nîşana pêla duyê, lê lutkeya duyê ya pêla yekê ye.

Ryan da zanîn ku divê dewlet bi tedbîrên tund rê li ber belavbûna vîrusa korona bigirin.

‘’Dema pêla duyê ya vîrusa korona cîhan dagirt, gerek dewletan hemî ji pêla yekê ders girtibin’’ Ryan got.

Wî dîyar kir ku bo dewlet rê li ber belavbûna vîrusa korona bigirin divê pêketinên nû bişopînin û bala xw bidin ser sîstema saxlemîyê.

Berpirsê WHO’yê herwiha ser perpûnê jî da zanîn ku hîn ti perpûneke ku li ser vîrusa korona bandor çêkiriye nehatiye dayîn û got ku heta dawîya salê divê perpûneke ku bandora wê heye were dîtin.

Serokê WHO’yê Tedros Adhanom Ghebreyesus jî dîyar kir ku encamên ceribandinên klînîk yên bo dermanên vîrusa korona dê heta du hefteyan hazir bin.

Li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê bi qasî 11 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û pirtir ji 523,000 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG