Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Hejmara Pêketinên Nû yên Korona bi Awayekî Rekorî Zêde Dibe


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ragihand ku di 24 saetên dawî de 230,370 kes bi vîrusa korona ketine ku ew di hejmarên rojane de rekor e.

WHO da zanîn ku pirtir li Amerîka, Brezîlya, Hîndistan û Afrîqaya Başûr pêketinên nû yên vîrusa korona têne tespît kirin.

Xênji wan dewletan, li Rûsya, Portekîz, Brîtanya û Romanya jî jimareke bilind ya pêketinên nû tomar bûne.

Agahîyên WHO raber dikin ku li seranserê cîhanê rojane bi qasî 5000 kes jîyanên xwe ji dest didin.

Li gor pêzanînên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê bi qasî 13 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 569,117 kes bi wê vîrusê mirine.

XS
SM
MD
LG