Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ragihand ku di 24 seatên dawî de 259,848 bûyerên nû yên pêketina korona li seranser cîhanê hatine dîtin.
WHO da zanîn ku di roja duyê ya serhev de ye ku bi awayekî rekorî hejmara pêketinên korona bilind bûye û zêdebûnên herî mezin li Amerîka, Brezîlya, Hîndistan û Afrîqaya Başûr qewimîne.
WHO roja Şemîyê jî 237,743 tûşbûnên nû ragihandibû û hejmara mirinan jî giheştibû 7,360 ku ew jî ji 10ê Gulanê vie ve pirbûna herî bilind bû.
Reutersê roja Înê ragihandibû li seranser cîhanê pirtir ji 14 mîlyon tûşbûn çêbûne û heta niha 600,000 kes di nav heft mehên borî de jiber korona jîyanên xwe ji dest dane.