Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Hejmara Rojane ya Pêketîyên Nû yên Vîrusa Korona Rekor Şikand


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ragihand ku hejmara rojane ya pêketîyên nû yên vîrusa korona careke din rekor şikandiye.

WHO da zanîn ku di 24 saetên dawî de pirtir ji 284,000 pêketîyên nû yên vîrusa korona hatine tespît kirin.

Piranîya pêketinên nû li Amerîka, Brezîlya, Hîndistan û Afrîqaya Başûr hatine tomar kirin.

Hejmara rojane ya mirinên ji vîrusa korona jî ji 30’ê Nîsanê vir ve gihişt asta herî bilind.

Di 24 saetên dawî de, li seranserê cîhanê 9,573 kes jîyanên xwe ji dest dan.

Li seranserê cîhanê bi qasî 16 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û hejmara mirinên bi wê vîrusê 639,000 derbaz kiriye.

XS
SM
MD
LG