Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Dibe ku Vîrusa Korona 2 Mîlyon Kesan Bikuje


Mike Ryan
Mike Ryan

Serokê Rewşên Awarte yên Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Mike Ryan dîyar kir ku dibe ku heta perpûna vîrusa korona bi giştî tê karanîn ew vîrus 2 mîlyon kesan bikuje.

Ryan da zanîn ku ew dikarin bi tedbîrên wek paqijî, rûberk, mesafeya civakî, test û karantînê rê li ber zêdebûna mirinên ji vîrusa korona bigirin.

‘’Eger em berfirehî û mezinbûna hevkarîya xwe pêşve nebin, ez ditirsim ku em hejmareke wisa re rû bi rû bimînin, tew belkî hejmareke hîn mezin jî çêbe.’’ Ryan got.

Ryan bo Ewrupa jî bal kişand ser zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona û dîyar kir ku ew rewiş fikaran çêdike.

Fransa roja Şemîyê pirtir ji 14 hezar pêketinên nû yên vîrusa korona ragihand ku li wî welatî di nava hefteyê de bi 16 hezar pêketinên nû yên rojane rekor hatibû şikandin.

Brîtanya dîyar dike ku roja Şemîyê li welêt 6042 kes bi vîrusa korona ketine û hejmara giştî ya pêketinan nêzî 430 hezarî bûye.

Li Îspanya roja Înê 12,272 pêketinên nû hatibûn tespît kirin û hejmara pêketinan 716 hezar derbaz kiribû.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li cîhanê bi qasî 33 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û pirtir ji 994 hezar kesan bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG