Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Ti Delîla Nîşan Dide ku Cureya Nû ya Vîrusa Korona Kujertir E Tune


Serokê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus
Serokê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus

Serokê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus ser cureya nû ya vîrusa korona ya li Brîtanya hatiye dîtin got ku ‘’yek ji qonaxên normal yên pandemîyê ye.’’

Ghebreyesus dîyar kir ku ew hewil didin fehm bikin ku guherînên genetîk li ser vîrusa korona bandorên çawa çêdikin.

‘’Guherînên genetîk yên vîrusan ne tiştekî nû ye, ew mutasyonan derbaz dikin, û jixwe em li benda tiştekî wisa bûn’’ Ghebreyesus got.

Wî da zanîn ku ew çiqas rê bidin belavbûna vîrusa korona ewê bo guherînê ewqas fersend bi dest wê keve.

Berpirsên WHO dibêjin ku cureya nû ya vîrusa korona zû hatiye tespît kirin û dîyar dikin ku ew jî nîşan dide ku navgînên bo şopandina vîrusê kêrhatî ne.

Rêvebirê Rewşên Awarte yên WHO Mike Ryan jî da zanîn ku guherîna vîrusa normal e û dîyar kir ku divê bîragiştî bi awayekî rast were agahdar kirin.

Ryan di ser agahîyên ji Brîtanya re dîyar kir ku di destê wan de ti delîla ku raber dike ku ew vîrus pirtir kesan nexweş dike yan dikuje tune, lê got ew dizanin ku cureya nû pirtir belav dibe.

Wî bal kişand ser qedexeyên rêwîtîyan yên hin welatan û got ku her çiqas çêbûna cureyên nû yên vîrusa korona normal be jî ew tedbîr jî baş in.

XS
SM
MD
LG