Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîma WHO bo Lêkolînên Ser Destpêka Vîrusa Korona Derbazî Wuhanê Bû


Tîmeke Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) bo lêkolînên ser destpêka vîrusa korona derbazî Wuhan ya Hubei ya Çînê bû.

Pisporên WHO dê bi zanyarên Çînî re ser destpêka vîrusa korona, ku di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhanê hatibû dîtin, lêkolînan bikin.

Tîma WHO di ser Sîngapurê re derbazî Çînê bûbû û bo du hefteyan di karantînê de mabû.

Li ber bû ku tîma WHO di serê vê mehê de li Çînê bûya, lê ew serdan ji alîyê wî welatî ve hat dereng xistin.

Amerîka, Çînê bi ragihandina dereng ya ser vîrusa korona tawanbar dike.

Çînê ser tawanbarkirina Amerîka xwestibû ku WHO ser destpêka vîrusa korona lêkolîneke serbixwe bike, lê dûre serdana wê rêxistinê paş xistibû.

XS
SM
MD
LG