Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Dibe Korona Wek HIV Bibe Nexweşîyeke Mayînde


Mike Ryan û Serokê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus
Mike Ryan û Serokê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus

Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) îro Çarşemê hişyarî da ku li bendamayîna dawîbûna pandemîya vîrusa korona ne rastbîn e.

“Dibe ku korona jî wek HIV bibe pandemîyeke mayînde. Tevî ku vaksîn (derzi)ên hin nexweşîyên din hebin jî, ew bi nexweşî tevahî nehatine dawî kirin,” pisporê tengavîya WHO Mike Ryan got.

Wî da zanîn ku hewilên mezin berdewam dikin ku vaksîn ji vê nexweşîyê re were dîtin, lê ne pêkan e ku mirov demeke zela bide bîragiştî.

“Niha li ser pirtir ji 100 vaksînan xebat têne kirin û ceribandinên klînîkî yên ser hinek ji wan didomin. Lê pirpsor bal dikşînin ser dijwarîyên dîtina vaksîneke bi bandor ya fijî koronayê.”

XS
SM
MD
LG