Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Hişyar Dike ku Tedbîrên Dijî Omicron Neyê Sist Kirin


Dîmeneke bo destnîşankirina "Omicron SARS-CoV-2"
Dîmeneke bo destnîşankirina "Omicron SARS-CoV-2"

Rêberîya teknîkî ya Rêxistina Saxlemîyê ya Cîhanê (WHO) îro Sêşemê di derbarê rewşa herî dawî ya pêyvajoya COVID-19 ya vîrusa korona, preskonferansekî onlaynî darxist.

Rêxistinê hişyar kir ku gelek welatan di dozên cureya Omicron ya pir veguhezbar ya COVID-19 de hîn negehîştine lûtkeya xwe.

"Em banga hişyarîyê dikin jiber ku gelek welat hîn ji lûtkeya Omicronê derbaz nebûne. Li gelek welatan astên vaksînlêdanê gelek kêm in û di nava şênîya wan de gelek kesên ku saxlemîya wan di xeterîye de ne hene," Maria Van got.

Hevdem, pisporên WHO'yê da zanîn ku divê qedexe û tedbîrên dijî belavbûna Omicronê hatine ragihandin ne ji careke de, lê hêdî hêdî werin sivik kirin.

" Jiber vê yekê niha ne dem eku em her tiştî yekcarî de rakin. Me her dem
bang dikin ku pir hişyar bin; hem di dîyarkirina tedbîr û pîvanan de û hem jî di rakirina wan de. Divê bi awayekî domdar û hêdî, perçe perçe werin rakirin. Ev vîrus pir çalak e, " Maria Van got.

Serokê WHO'yê Tedros Adhanom Ghebreyesus jî di heman civînê de axifî.
Tedros ragihand ku rexistina saxlemîyê bi fîkar e, jiber hin gotarên ku ' li hin welatan bi sedema vaksînlêdana kêm, veguhestina zêde û giranîya Omicron, pêşîgirtinabelavbê êdî ne mimkin e, û ne pêwîst e.'

"Ti tiştek ji rastîyê ne girîngtir e. Zêdetir veguhezstin tê wateya bêtir mirinan. Em bang li ti welatekî nakin ku jinuve girtineke tevahî ragihîne. Lê, em bang li hemî welatan dikin ku gelê xwe bi karanîna her amûrek biparêzin, ne tenê bi vaksînlêdanê," Tedros got.
Wî bi berdewamî destnîşan kir ku ' hîn zû ye ku welatekî radestbûn yan serkeftina xwe dîyar bike.'

Berpirsê beşa rewşa awarte ya WHO Mike Ryan jî bang li welatan kir ku nexşerê ya xwe pandemîyê bi xwe destnîşan bikin û bo sivikkirina tedbîran, yên din neşopînin.

Danîmarka û Avusturya hefteya borî bûn welatên herî dawî ku qedexeyên COVID-19 sist kirin; piştî biryarên wekhev yên Brîtanya, Îrlanda û Hollanda.

Herwiha, Dr. Boris Pavlin yê pisporê tîma bersîvdayîna COVID-19 ya WHO'yê jî îro ragihand ku cureya BA.2 ya Omicron ya orîjînal BA.1 ya vîrusê pirtir dijwar xuya nake.

Raporeke din ya herî dawî ya WHO'yê dibêje ku jiber pêyvajoya pandemîya COVID-19, bi deh hezaran ton bermahîyên bijîşkî, şiringayên avêtî, alavên test çêkirinê yên hatine bikar anîn û şûşeyên vaksînlêdanê yên kevn, li ser saxlemîya mirov û jîngehê tehdît afirandiye.

XS
SM
MD
LG