Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Pandemîya Vîrusa Korona Dê Hîn Demeke Dirêj Bidome


Serokê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus
Serokê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus

Serokê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dîyar kir ku bi perpûnên vîrusa korona pêşketin çêbûne, lê hişyarî da ku pandemî hîn bi dawî nebûye.

Brîtanya roja Çarşemê perpûna vîrusa korona ya Pfizer û BioNTechê pejirandibû û hêvîyên ser bidawîbûna şewba vîrusa korona geş bûbûn.

‘’Pêşketinên ser perpûnan moralê dide me hemîyan, êdî em ronahîya li serê tunelê dibînin. Lê rêxistina me jiber ew kesên dibêjin qey pandemîya vîrusa korona bi dawî bûye ketiye fikaran’’ Ghebreyesus got.

Wî da zanîn ku pandemîya vîrusa korona dê hîn demeke dirêj bidome û got ku biryarên hikûmetan û helwestên gelan dê rewişa pandemîyê dîyar bikin.

Serokê WHO dîyar kir ku jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona li ser nexweşxaneyan û karmendên saxlemîyê zextên mezin çêdibin.

Vîrusa korona ya bi qasî saleke berê li Wuhan ya Hubei ya Çînê derket û heta niha 65 mîlyon kes bi wê ketine û 1,5 mîlyon kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG