Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ghebreyesus: Qonaxa Herî Xirab Hîn Destpê Nekiriye


Serokê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus ser vîrusa korona careke din hişyarî da.

Ghebreyesus dîyar kir ku di şewba vîrusa korona de hîn qonaxa xirab destpê nekiriye.

‘’Bi me bawer bikin. Ya herî xirab hîn nehatiye. Werin em rê li ber vê trajedîyê bigirin. Hîn gelek kesan ew trajedîya fehm nekiriye.’’ Ghebreyesus got.

Wî bi bîr xist ku di sala 1918’an de jiber grîba Îspanyol 100 mîyon kes mirine û dîyar kir ku ew ji serî de bo vîrusa korona hişyarî didin.

Vîrusa korona li seranserê cîhanê ketiye pirtir ji 2,400,000 kes û bi qasî 170,000 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG