Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Rêberên Cîhanê Ser Belavbûna Omicronê Hişyar Dike


Serokê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Tedros Ghebreyesus dîyar kir ku pandemîya vîrusa korona hîn neqediyaye.

Ghebreyesus da zanîn ku hin rêberên cîhanê jiber sivîkîya cureya vîrusa korona ya bi navê Omicronê wek ku dawî li pandemîyê tevdigerin, lê got ku gefên vîrusê çêkirine didomin.

‘’Bi giştî bi cureya Omicronê semptomên sivik çêdibin, lê nebêjin ku ew nexweşîyeke sivik e. Bi Omicronê meriv dikare di nexweşxaneyê keve û ew rê li ber mirinan vedike.’’ Ghebreyesus got.

Wî dîyar kir ku li seranserê cîhanê jiber Omicronê pêketin zêde bûne û bal kişand hefteya borî li cîhanê 18 mîlyon pêketin hatine tomar kirin.

Serokê WHO da zanîn ku li hin welatan hîn jî rêjeya karanîna vaksîna vîrusa korona hindik e û dîyar kir ku ew rewiş fikaran çêdike.

Ghebreyesus got ku bo kesên vaksîn li xwe nedane rîskên nexweşîyê û mirinê zêdetir in.

XS
SM
MD
LG